Bi kampanyaya “Erê ji Koçberiyê re“, em dengên kesên ku dibêjin: “Em hewceyê pirrengî, hevgirtin û rêzgirtina hevbeş in, berhev dikin.”
Em nîşan didin ku koçberî ji bo me tiştekî baş e. Û her kes dikare bibîne ku gelek kes bi heman awayî difikirin ku em difikirin.
Koçberî tê vê wateyê ku mirov ji bo jiyan, xebat an jî lêgerîna penagehê diçin welatekî din.
Kesên ku piştgiriyê didin koçberiyê beşdarî kampanyaya me dibin. Em rûyên wan, daxuyaniyên wan ên kesane û çîrokên wan nîşan didin.
Diyar dibe ku koçberî demek dirêj e beşek ji jiyana me ya rojane ye.
Em dixwazin bi vê yekê çi bi dest bixin?
• Ku mirov karibin feydeyên pirrengiyê nas bikin.
• Ku di navbera mirovan de hevgirtinek bêtir hebe.
• Ku mirov dengên erênî jî bibihîzin û ramanên xwe yên li ser koçberiyê ava bikin.
